Mismarî: Bi droneya tirk 4 leskerên me hatin kustin

Mismarî: Bi droneya tirk 4 leskerên me hatin kustin

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbya Ehmed Mismarî ragihand ku droneke Tirkiyê baregeha el-Wetiya li rojavayê welêt kiriye armanc û di encamê de, 4 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Herwiha piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi fermî şandina hêzên xwe bo Lîbyayê ragihand, serokê Ajansa Ewlekariya Derve ya Istixbarata Lîbyayê yê berê Ebû Zêd Dorda jî banga seferberiyê li gelê Lîbyayê kir.

Dorda got, divê gelê Lîbyayê li hember planên dagirkiriyê bibe yekdest û li benda hespê boz nemîne ku Lîbya ji wan re rizgar bike.

Herwiha hikumeta Wîfaqê ya bi Tirkiye re rêkeftina leşkerî kiriye, bi “hewandina Ixwanên Tirkiyê” tê tawanbar kirin.

Ebû Zêd Dorda banga guhertina ala Lîbya û qewitandina balyozên Tirkiye û Qeterê li parlamena Lîbyayê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin