MÎT'ê ji Qendîlê Plana Çalakiyê xwest: Ji bo çekberdanê 10 roj wext hat dayîn

MÎT'ê ji Qendîlê Plana Çalakiyê xwest: Ji bo çekberdanê 10 roj wext hat dayîn

PeyamaKurd - Di çarçoveya qonaxa nû ya ku li Tirkiyeyê wekî "Tirkiyeya Bêteror" tê binavkirin de, trafîka dîplomasî û ewlehiyê lez girt. Li gorî nûçeyên ku sipartine çavkaniyên ewlehiyê, heyeteke ji Teşkilata Îstihbarata Neteweyî (MÎT) û yekineyên pêwendîdar pêk tê, ji bo hûrgiliyên teknîkî yên çekberdanê peywendiyên xwe yên bi Qendîlê re zêde kirine. Enqereyê ji rêveberiya PKK’ê daxwaz kiriye ku di nava 7 heta 10 rojan de nexşeya rê û takvimeke rênîşander ku valakirina şikeftan, teslimkirina embarên mûhimmatê û vekişîna fîzîkî li xwe digire, pêşkêş bike. Hat diyarkirin ku ev pirose tenê bi Qendîlê re sînordar nîne û hevdîtinên asta bilind ên burokrasî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan re li Îmraliyê jî berdewam dikin.

"Sîstema Fermuarê" û helwesta AK Partiyê

Li gorî planê, ji bo avakirina baweriyê dê "Sîstema Fermuarê" (gavên hevdem û dualî) were sepandin; anku li hemberî her gaveke somut a rêxistinê, Enqere dê bi rêziknameyên îdarî an yasayî bersivê bide. Çavkaniyên AK Partiyê ragihandin ku amadekariyên dewletê yên yasayî û biryarnameyên serokkomariyê temam in. Hat destnîşankirin ku pirosedurên cuda dê ji bo endamên rêxistinê werin bikaranîn; kesên ku çek berdin û li Iraq an Sûriyeyê bimînin dê li gorî qanûnên wan welatan bin, lê ji bo kesên ku çekên xwe deynin û vegerin Tirkiyeyê, dê pêngavên hiqûqî û îdarî yên taybet werin avêtin