PeyamaKurd - Li Tirkiyeyê dijberiya Kurdan her ku diçe zêde dibe û herî dawîn Camiya Kurdan a tarîxî guherandin kirin Camiya Tirkan.
Li Tirkiyeyê piştî tifaqa AKP û MHPê nijadperestî gur bû û dijberiya Kurdan derket asteke nû.
Mizgefta ku li bajarê Kilîsê di sedsala 17an de hatiye çêkirin û wek “Mizgefta Kurdan” tê naskirin, ji aliyê Miduriyeta Weqfan ya Herêmê ve navê wê wek “Mizgefta Tirkan” hat guhertin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Mizgefta ku di sedsala 17an de li navenda bajarê Kilîsê di serê sikaka Bazara Biçûk de cih digire, ji aliyê Miduriyeta Weqfan ya Herêmê navê wê hat guhertin.
Mizgefta ku di qeydên fermî de wek “Mizgefta Kurdan” derbas dibe, lewheya wê ji aliyê peywirdarê Miduriyeta Weqfan ya Herêmê hate rakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin