PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên vîrusa koronaya nû Covid-19 yên dawî belav kir.
Li gorî amarên dawî di 24 demjimêrên borî de 61 tûşbûyên nû hatine tomarkirin ku 57 li Silêmaniyê û 4 jî li Hewlêrê ne.
Bi van hejmaran re hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 910 kesan û hejmara miriyan jî bûye 16 kes ku îro 4ê Hezîranê li Silêmaniyê 2 kesên din ji nexweşiya Covid-19 can dane.
Wezareta Tenduristiyê ragihand, li bajarê Silêmaniyê 2 nexweşên koronayê yên temenê wan 51 û 85 salî ne, li nexweşxaneyê koça dawî kirine û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di 24 demjimêrên borî de 3559 pişkinîn hatin kirin, 1419 li Hewlêrê, 1478 li Silêmaniyê, 601 li Duhokê, 4 li Germiyan û 48 li Raperînê.
Di encamê de 61 tûşbûyên nû hatin tomarkirin ku li Parêzgeha Hewlêrê 4 kes, li Parêzgeha Silêmaniyê jî 57 kes in.
Bi giştî heta niha 910 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine, 16 kesan can daye, 441 kes jî bi temamî baş bûne û niha 453 nexweş jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin