PeyamaKurd – Pêşniyaza ku ji bo pênasekirina têgeha şehîdbûnê bo karmendên tenduristiyê yên di têkoşîna vîrûsa koronayê de can dane, ji aliyê Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney ve hat pesend kirin.
Li gorî pêşniyazê, wê karmendên tenduristiyê yên di rêya têkoşîna vîrûsa koronayê de can dane wekî şehîdê peywirê bên îlan kirin.
Li gorî nûçeya televizyona dewleta Îranê Xamaney ew pêşniyaza Wezîrê Tenduristiya Îranê pesend kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin