PeyamaKurd- Serokê Ajansa Îstixbarata Derve ya Îsraîlê Mossadê David Barnea got ku Rusya dê çekên pêşketî bide Îranê. Barnea gef li Îranê xwar û got, "Dem hatiye ku Îran berdêla wê bide."
David Barnea, di axaftina xwe ya di konferansa têkoşîna dijî terorê de ku li welatê wî hat lidarxistin, got: "Îranê hewil da ku moşekên menzil-kurt, menzil-dûr û balafirên bêmirov bifroşe Rusyayê da ku di êrîşa Ukraynayê de bi kar bîne, lê me pêşî li vê yekê girt. "
Barnea da zanîn ku Tehran dixwaze di pêşerojê de çekên din bifroşe û ew ê rê li ber vê yekê bigirin û got, "Tirsa me ew e ku Rus di berdêla wê de çekên pêşketî bidin Îraniyan. Dibe ku ev yek aştiya me û hebûna me ya li vir jî bixe xeterê."
Serokê Mossadê îdia kir ku ajansa wî û hevkarên wê yên navneteweyî 27 êrîşên ku Îsraîlî û cihûyên ku Îran piştgirîya wan dike kirine armanc.
Barnea got, "Dema wê hatiye ku Îran berdêlê bide. Dibe ku ev buha ji hevkarên wê yên li qadê bigire heta astên herî bilind, li kûrahiya Îranê û heta li Tehranê jî were dayîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin