PeyamaKurd – Berdevkê Kremlîn a Rûsyayê Dmitirî Peskov ragihand, ‘Rûsya hê jî ji ber hebûna terorîstan li Idilbê dilgiran e.”
Peskov di civîneke rojnamevanî de got ku rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji terorîstan wê ewlekariya leşkerên rejîm û Rûsyayê misoger bike.
Berdevkê Kremlînê destnîşan kir ku Tirkiye ji derxistina terorîstan a ji Idlibê berpirsyar e, lewre wê Rûsya û dewleta Tirk li ser vê mijarê hevkariyê bikin.
Ev daxuyaniya Peskov piştî ji nû ve destpêkirina êrîşên esmanî bi ser Idlibê de tê ku herî dawî SOHRê ragihandiye, li Idlibê di êrîşa balafiran de zarokek hatiye kuştin û 6 sivîlên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin