PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi wezîrê karên derve yê Almanya re, bi Heiko Massa re li Ankara civînekî kir û di encama civînê de her dû wezîr derketin ber çapemeniyê. Çavuşoğlu got ku herêma bi ewle weka daxwazeka leşkerî cîhbicîh nabe û di mijara herêma bi ewle de weha got:
“Eger alîkariya vegera koçberan bike, em jî dikevin nav bernamê. Di mijara operasyona Kaniya Aştiyê de em bende ne ku li gor riha hevkariyê tevbigerin. Di mijara vegera koçberan ya bo welatê wan de bi Almanya re fikreka me ya cuda tineye. Armanc vegera koçbera ye. Herêma bi ewle 8-9 sal berê Erdoğan got û di wê demê de bi Obama û Merkel re ev mijara hat axaftin. Divê Almanya temamê rêpaniyên xelkê temîn bike. Lê di mijara teklîfê de, bila Almanya ewilî di nav xwe de lihev bike.
Piştî vê sietê herêma bi ewle ya navdewletî em rast nabînin. Eger bo vegera koçberan xizmetê bike em hene. Li gor rêjeyên NH ê; 30 hezar koçber dageriyane welatê xwe. Yekîtiya axa Sûriyê û vegera koçberan bo me girîng e.”
Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas jî weha axifî:
“Li ser mijarên ber çav û mijarên lezgîn me hevdîtineka baş kir. Têkoşîna bi DEAŞê re neqediyaye. Em bo pêvajoya siyasî ya Sûriyê gelek sekinîn. Em ne li ser teoriyê lê tiştên lezgîn axifîn. Me berê zarokên DEAŞiyan digirt.”
Çavuşoğlu got ku ew mesela Mazlûm Kobanî bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Pompeo re axifiye û Pompeo jidiliya mijarê fêmkiriye. Nabe ku kesekî ji aliyê İnterpolê de lê bê gerandin, Amerîka pê re diyalogê deyne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin