PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, du jinên alîkariya DAIŞê dikirin, hatin girtin.
Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kiriye, îro li Kerkûkê du jin ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatin girtin, ku alîkariya DAIŞê dikirin.
Herwiha Amir Nûrî da zanîn, wan jinan alîkariya malbatên DAIŞê dikirin, ji ber wê jî hatine girtin.
Amir Nûrî destnîşan kiriye, ew jin li sûcê xwe mukir hatine û dê mîna terorîstan bên dadgehkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin