PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirk li Colemêrgê PKKê êrîşî karkeran kir ku di encama êrîşê de karkerek hat kuştin û 2 karker jî birîndar bûn. Herwiha li gorî ragihandina medya tirk 2 PKKîyên di êrîşê de cî girtine hatine kuştin.
Li gorî zanyariyan êrîş li navçeya Rûbarokê ya hevsînorê başûrê Kurdistanê rû daye û PKKîyan êrîşî karkerên di çêkirina otorêyê de dixebitin kir.
Li gorî zanyariyan karkerek hatiye kuştin û 2 jî bi xedarî birîndar bûne.
Herwiha li gorî medya Tirk 2 PKKiyên êrîş kirine jî kuştî hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin