Kurdistan | 2 wefat û 97 pêketiyên nû yên koronayê hatin ragihandin

Kurdistan | 2 wefat û 97 pêketiyên nû yên koronayê hatin ragihandin

PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 97 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 2 kes jî pê mirin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 97 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 21 kes li Hewlêrê, 31 kes li Silêmaniyê, 45 kes li Duhokê ne.

Wezaretê diyar kir ku 2 kesan jî can daye ku ew jî kesek li Silêmaniyê û kesek jî li Duhokê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 963 nexweşên koronayê jî baş bûne ku ew jî 381 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 324 kes li Duhokê, 48 kes li Raperînê û 35 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî li Herêma Kurdistanê wiha ne:

Pêketin: 105121

Mirin: 3441

Başbûn: 87748

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin