Yekîtiya Awrûpa: Bi Tirkiyê re havkarî dewame

Yekîtiya Awrûpa: Bi Tirkiyê re havkarî dewame

PeyamaKurd- Piştî hilbijartina serokkomar û parlementeran, peyama yekem ji Yekîtiya Awrûpayê hat. Di peyamê de li ser dewama hevkariya bi Tirkiyê re beyan hat dayîn.

Berdevkê Yekîtiya Awrûpayê Margaritis Schinas di civîna çapemeniya rojane de weha got:

“ Em hêvî dikin ku Tirkiye di bin serokatiya Recep Tayip Erdoğan de, di mijarên girîng yên weka koçberî, asayîş, aramiya herêmê û di têkoşîna li dijî terorê de, ortaxiya Yekîtiya Awrûpayê dewam bike.”

Temsîlkara Bilind ya Yekîtiya Awrûpayê Federica Mogherini, wê li Luksembûrgê, di Konseya Karên Derve yê YA de, peyameka berfirehtir bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin