PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, 120 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 kesan jî can da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê Covid-19 eşkere kirin.
Mistefa ragihand ku 2 kesan li Hesekê û 2 kesan jî li Qamişlo ji ber koronayê can daye û 120 kesên din jî pê ketine ku 11 nexşweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 10 hezar û 179 kesan, ya mirinan bû 382 kes û heta niha hezar û 318 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin