PeyamaKurd – Li parêzgeha Nînowayê, artêşa Iraqê dest bi operasyonek leşkeri li ser navçeyeke di bin destê rêxistina terorîst a DAIŞê kirin.
Operasyon îro 19.10.2020ê bi topbarankirineke giran li navçeya Cezîre ya Kenus li başûrê bajarê Mûsil a navenda parêzgeha Nînowa destpê kir.
Li gor zanyariyan, topbarankirin amadekariyek e bo çûna nava artêşê û hêzên Iraqê dixwazin bikevin nav Cezîre ya Kenus, ku demeke ji ber desthilatiya DAIŞê nekarîne wê navçeyê kontrol bikin.
Derveyî hêzên bejayê, hêzên esmanî yên Iraqê jî beşdarî operasyonê dibin bo Cezîre ya Kenus, ku demek e ji ber desthilatiya DAIŞê nikarîbûn wê navçeyê kontrol bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin