PeyamaKurd- Hukumeta Lubnanê piştî teqîna Lubnanê civînekî çêkir û di derbareyê rêvebirên Lîmanê de hebsa malê û qedexeya derketina derveyê welat da. Hukumet got ku teqemeniya bûye sedema teqînê, ji sala 2014an heya niha kî têkildarê depokirin, parastin û kontrola wê bûbe, bo temamê berpirsiyaran cezayê hebsa malê û qedexeya derketina derve da. Biryar ji aliyê 4 wezîran de hat dayîn: Wezîrê karên civakî û turizmê Remzi Muşerrefiye, wezîrê enformasyonê Menal Abdussamed, wezîrê koç û koçberan Gade Şureym û wezîrê karên hundir Muhammed Fehmi.
Piştî civînê, di civîna çapemeniyê de wezîr Muşerrefiye, ragihand ku kesên ji vê dosyayê berpirsin, heya mijar zelal bibe wê di hebsa malê de bin. Derketina wan ya derve jî hat qedexekirin. Bi îhtimala mezin wê 5 roj dewam bike û hem temamê otorîteya Beyrûdê xistin bin destê artêşê.
Di ragihandina herî dawiyê de, jimara miriyên teqîna lîmanê 135 û li dora 5 hezar kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin