Keça 17 salî di malê de bi tivinga nêçîrê hat kuştin

Keça 17 salî di malê de bi tivinga nêçîrê hat kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê keça bi navê Gülizar Albayrak ya 17 salî di malê de mirî hat dîtin ku bi tivinga nêçîrê lê xistine. Di malê de tivinga nêçîrê û qartûşên fişekê yên vala hatin dîtin.

Bûyer do êvarê li navça Artukluyê li taxa Saraçoğlu qewimî. Li gor agahiyan keça bi navê Gülizar Albayrak, bi tena serê xwe li malê bûye û dema malbat diçe malê, dibîne ku keça wan li erdê bê tevger maye.

Li ser rûdanê telefonê didin tîmên tenduristiyê û polîsan. Di kontrola tîman de dibînin ku keçik jiyana xwe ji dest daye. Di lêgerîna polîsan ya malê de tivinga nêçîrê û fişekên qartûşên wan vala dibînin.

Piştî temamkirina karên dozger, polîs û tîmên tendursitiyê, cenazê Albayrak birin morga nexweşxanê da otopsiya wê bikin.

Sedema mirinê piştî otopsiyê dê aşkera bibe. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.