PeyamaKurd - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî keça xwe ya 16 salî bi sedema ku dereng hatiye malê û bi hinceta “parastina namûsê” bi kêran kuşt.
Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirov ragihand ku bûyer bûyer roja yekşemê 4ê Tîrmeha 2021an rû daye û navê wê keça 16 salî ku bi destê bavê xwe hatiye kuştin, Şekîba Bextiyar e.
Hengawê daye xuyakirin ku Şekîba ji ber ku dereng ji bazarê vegeriyaye malê, bavê wê lê xistiye û paşê ew daye ber çend derbên kêrê û kuştiye.
Herwiha Hengawê daye zanîn ku di dema pandemiya koronayê de li Rojhilatê tundûtujiya dijî jinan zêde bûye û tenê di 6 mehên 2021ê de 18 jin hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin