PeyamaKurd- Hukumeta Brîtanyayê di derbarê derketina ji Yekîtiya Awrûpayê ku ‘bê îzin bistîne’ derê, maileyeteka zahf giran bo bazirgan û karsazan çêdibe. Rapora bi navê “Derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Awrûpayê çi bandorê li ser bazirganiyê û dinya îş dike”,encameka ecêb danî pêşiya Brîtanyayê: Her sal 13 mîlyar Sterlîn.
Eger Brîtanya îzin nestîne û di 29 ê adarê de ji yekîtiyê veqete, kontrolên gumrikê li ser dinya karsazan wê di miqdarê 13 mîlyar Sterlînê Brîtanî de be. Di raporê de behsa bihayên xidayan jî dike û dibêje pêdiviya Brîtanyayê ya xidayan %30 yê wî ji Awrûpayê tê. Ev jî dê bihabûnekî bi xwe re bîne, tirsa wan ew e ku malên di ser Behra Maşê de jî tên dereng bikevin. Ev her dû faktor dibe ku bibe sedemên guherîna tevgerên xelkê di mijara xidayan de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin