Li Dêrikê kesekî hat kustin û 2 zarok birîndar bûn

Li Dêrikê kesekî hat kustin û 2 zarok birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Dêrika bi ser Mêrdînê di encama êrîşên bi sîlihên giran kesê bi navê Diyadin Acar (42) hat kuştin û kurê wî û biraziyê wî yên 5 û 7 salî birîndar bûn. Bûyer li gundê Elîbegê di wexta Diyadin Acar diçû nav erdê xwe ji aliyê dijminên wan de ji otomobîlekî bi sîlihên mezin li wan xistin. Di bûyerê de Diyadin Acar, kurê wî Eser Acar (5) û biraziyê wî Nureddin Acar (7) birîndar bûn.

Kesên li der û dor xeberê dan qereqolê û tîmên tenduristiyê. Birîndaran birin nexweşxanên Riha û Wêranşehrê. Diyadin Acar jiyana xwe ji dest da û tedawiya her dû zarokan dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin