PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê, lijneyek ji bo sivîlên di encama operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKKê de ziyan dîtine bên qerebûkirin, hat damezrandin.
Li bajarokê Kanî Masê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve, lijneyek ji bo tomarkirina ziyanan hat pêkanîn.
Li gor zanyariyan, lijne bi serokatiya rêveber û endamtiya şaxên daristan, çandinî, şaredarî û berevaniya şaristaniyê hatiye pêkanîn. Herwiha kesê serdana şandê bike, pêwîst e du şahidê wî hebin û encûmena gund jî ziyanan wî pesend bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin