Kestiyên Çînê 112 roje li dora Girava Senkakuyê ne

Kestiyên Çînê 112 roje li dora Girava Senkakuyê ne

PeyamaKurd – Dewleta Çînê ji kiryarên xwe yên li hemberê Japonya, Amerîka û hevkarên wan yên din ku wan li devera Derya Çînê ya Rojhilat tîne dijberê hev, dest bernade. Hat ragihandin ku 112 roje keştiyên Çînê li dora Giravên Senkakuyê digerin ku ev derya li serê arîşe hene.

Li gor ragihandina Nikkei Asiayê; ji Ewlehiya Peravên Japonyayê hatiye ragihandin ku keştiyên Çînê ji nîvê meha sibatê heya niha li der û dora Giravên Senkakuyê ne. Keştiyên Çînê di nav avên Japonyayê de di meha nîsanê de 4 caran û di meha gulanê de 5 caran îhlalê kirine. Wezîrê bergiriyê yê Japonyayê Kişi Nobuo, bo çapemeniyê ragihandiye ku ew vê kiryarê qebûl nakin û weha gotiye:

“Bo şopandin û îstîxbaratê em ê temamê tedbîrên xwe bistînin.”

Dewleta Çînê di 1 ê sibatê de qanûnekî derxistiye ku di nav sînorên ava wan de, her keştiya ku li pey qaîdeyan neçe, dikarin li hemberê wan çekan bikarbînin.

Ajansa Kyodo yê dibêje; li gor vê qanûnê, keştiyên Japonyayê yên ku li dora Giravên Senkakuyê digerin, keştiyên Çînê dikarin li wan jî bixin.

Li Derya Çînê ya Rojhilatê giravên ku Japonya bi navê “Senkaku” dinavîne û Çîn bi "Diaoyü" dinavîne, 5 girav û 3 tahtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin