PeyamaKurd-Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû, beyanên Îraniyan ku Îsraîlê dixin hedefa xwe, bibîr xist û weha got: “Kî xwe biceribîne ku zerarê bide me, wê bedeleka mezin bide.”
Netenyahû li ser mijara salvegera damezrandina dewleta Îsraîlê, bi taybetî civîneka wezîran lidarxist û şiroveyan li ser bûyerên rojevê kir. Netenyahû di mijara peyamên Îranê yên piştî ku Îsraîl li baregeha T-4 ya Hûmûsa Sûriyê xist got ku Îsraîl her gavê li hemberê her tehdîdê amade ye. Ragihandina Netenyahû tam weha ye:
“Em tehdîdên Îranê dibihîzin. Kî zerarê bide me, wê bedelên mezin bide. Kî ewlekariya me bixe talûkê, em texsîr nakin ku li hemberê wan bikevin nava tevgerê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin