NYT: Wê Amerîka hemû endamên Ketîbeya Hizbûllaha Iraqê bikuje

NYT: Wê Amerîka hemû endamên Ketîbeya Hizbûllaha Iraqê bikuje

PeyamaKurd –Rojanameya New York Timesê ragihandiye ku Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller gotiye, Herêma Kesk û Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê ne di bin kontrola hikûmeta Iraqê ye.

Herwiha rojnameyê li ser zarê berpirsekî bilind ê Amerîka daye xuyakirin, “Wezîrê Derve yê Amerîka gefa kuştina tevahiya endamên ketîbeya Hizbulaha Iraqî xwariye”

Balyozê Amerîka li Bexdayê gotiye: “Divê Hikûmeta Iraqê kontrola Herêma Kesk bike, ji ber ku balafirxaneya Bexdayê û Herêma Kesk ji aliyê çend hêzên din ve hatiye kontrolkirin û ne di bin kontrola hikûmetê de ne.”

Tueller diyar dike: “Êrîşên moşekî zêde bûne û dewleta Iraqê armanc dikin. Di vê rewşê de û ji bo parastina serweriya Iraqê, divê Hikûmeta Iraqê rûbirûyî van cureyên êrîşan bibe.”

New York Times bi zimanê berpirsekî bilind ê Amerîka belav kir, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di pêwendiya telefonî ya bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re got: “Amerîka tevahiya endamên ketîbeya Hizbulah dikuje û ji Bexdayê jî vedikişe.”

Pompeo ji berpirsên welatê xwe re jî ragihandiye, bi ti awayekî ew naxwazin bûyerên Bingazî li Bexdayê dubare bibin.

Rojnameya New York Times di beşeke din a raporta xwe de diyar dike, “Îran naxwaze aloziyên bi Amerîka zêde bike, ji bo şansê Donald Trump di hilbijartinên bê de zêde nebe.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser van geşedanên dawî, hejmarek fermandarên ewlehiyê yên Herêma Kesk xistin bin lêkolînê û Hamid Zuhêrî kir berpirsê Yekîneya Taybet a Parastina Herêma Kesk.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin