PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Stephen Biegun, ji Azerbaycan û Ermenistanê daxwaz kiriye şerê di navbera xwe de rawestînin û agirbestê ragihînin.
Wezareta Derve ya Amerîka, daxuyaniyek nivîskî di derbarê axaftina Biegun ya bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan re belav kir.
Li gor daxuyanîyê, Biegun dide zanîn, Amerîka ji ber pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê yên li herêma Qarabax – Nogorno ketiye fikaran û ji wan xwestiye ku pevçûnan bi dawî bikin û agirbestê ragihînin.
Biegun herwiha ji her du wezîran xwestiye ku bo çareseriyeke mayînde, bi çavdêriya hevserokên Koma Mînsk danûstandinan bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin