PeyamaKurd - Desteya Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan li Tirkiyê (TMMOB) derbarê qutkirina ava 9 gundên navçeya Hezo ya Batmanê ku ji ber qutkirina elektrîkê ava wan hatibû birîn û ji bo Cejna Qurbanê ji nû ve hatiye berdan daxuyanî da.
Desteya TMMOBê diyar kir, piştî DEDAŞ (Dezgeha belavkirina elektrîkê) ketiye destê şirketa taybet li gundan pirsgirêka cidî ya avê çêbûye.
Nûnera Odeya Endezyarên Elektrîkê ya Batmanê Êlihê Firat Tuzun di daxuyaniya rojnamevanî de da zanîn, zêdetirî 22 roj in ava gundên bi ser Hezoyê ve hatiye qutkirin û got: “Mafê ava paqij mafê yê herî rewa û bingehîn e. Di sedsala 21emîn de li Tirkiyê û bi taybetî di van şertên pandemiyê de xelkê me bê av hatiye hiştin. Ev bêavî qet û qet nayê qebûlkirin. Rewşa li gundên Batmanê diqewime, trajediyek mirovî ye. Divê ku ev yek ji însafa saziya elektrîkê re neyê berdan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, DEDAŞê 23yê Hezîranê bi hinceta ku deynên xwe nedane elektrîka pompeyên veguhestina avê li gundên Zîlan, Bacaxê, Xoxê, Kifîfê, Holê, Huskutê, Selîvê, Kanîkê û Malê Gir ên navçeya Hezo ya Batmanê birîbû û niştecihên gundan ketibûn rewşeke gelekî xirab. Niha ji bo Cejna Qurbanê piştî 22 rojan ava gundan hatiye berdan, lê nayê zanîn bê dîsa wê bê qutkirin yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin