ENKS û PYD nêzî hev dibin

ENKS û PYD nêzî hev dibin

PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê aliyên siyasî bi serkirdayetiya Amerîkayê nêzî hev dibin. PDK-S dibêje, nêzîkbûna aliyên siyasî zêde bûye û rola serok Mesûd Barzanî di vê nêzîkbûnê de gelek zêde ye. Endamê serkirdetiya PDK-S ê yê Dr. Kawa Azîzî bo KDP.info weha ragihandiye:

“Amerîka mehekiye ku bo rêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêwendiyan dike da em bigihên rêkeftinekî. Hemû terefên siyasî beşdarî van civînan dibin. Dinava rêkeftinan de yên ku beşdarî civînan dibin ENKS, PYD û QSD ne. Di serî de yekrêziya nav mala Kurdan esas e. Civîn berdewamin. Di çarçoveya projeya Amerîka de, lihevkirina me nêzîk bûye.”

Rola herêma Kurdistanê di vê nêzîkbûnê de geleke ku Serok Barzanî digel Nêçîrvan Barzanî hewlên zêde didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin