PeyamaKurd - Hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca komkirina bexşan û alîkarîyê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronaya nû (Covio-19) li Herêma Kurdistanê kampanyaya “Em bihevre bihêztir in” ragihand.
Fermangeha Medya û Zanyarîyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kurtevîdyoyek belav kir û tê de got, ji bo derbazkirina vê qonaxa dijwar, pêşwazî û destxweşîyê ji hatine pêş a xelkên bi helwest û ciwamêr dikin li hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê.
Di vîdyoyê de Hikûmeta Kurdistanê daxwazî hemwelatiyên Kurdistanê kir ku alîkarî û bexşên xwe bi rêya van hejmarên bankî pêşkeşî kampanyayê bikin:
Banka Minare ya hikumî, bi hejmara hisabî: 493
Banka Ehlî RT, bi hejmara hisabî: 47186
Ji bo zanyarîyên zêdetir jî hemwelatî dikarin peywendîyê bi van hejmarên telefonan bikin:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin