Bolton pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir: Ji bo me hevkareke girîng e

Bolton pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir: Ji bo me hevkareke girîng e

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Amerîkayê John Bolton, bi minasebta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku li Rojhilata Navîn Herêma Kurdistanê yek ji hevkarên girîng ê Amerîkayê ye.

Şêwirmendê amerîkî Bolton li ser hesabe xwe yê Twitterê ev peyam belav kir:

“Bi minasebta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn yek ji hevkarên girîng ê Amerîkayê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi minasebeta hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ji gelek siyasetmedarû rayedarên payebilind ê navnetewî peyamên pirozbahî hatin belavkirin.

Herî dawî  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevserokên HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Serok Barzanî kiribûn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin