Nêçîrvan Barzanî ji bo Nîşana Bilind a Papayê Vatîkanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo Nîşana Bilind a Papayê Vatîkanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina "Nîşana Rêzlêgirtinê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê" peyameke pîrozbahiyê ji bo Serok Mesûd Barzanî şand.

Ev nîşana rêzê li ser daxwaza Patriyarkê Dêra Katolîkî Kardînal Louis Sako û ji bo rûmetdarkirina rola dîrokî û mirovî ya Serok Barzanî di parastina pêkhateyan û pêkvejiyanê de hate bexşîn.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev rûmet ji bo hemû Herêma Kurdistanê cihê şanaziyê ye û nîşana qadirdayîna navneteweyî ye ji bo çanda lêborîn, bihevrejiyan û hevpejirandinê ya civaka Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Kurdistan dê her dem wekî niştimaneke aram ji bo hemû pêkhateyan bimîne û amade ye ku nirxên aştiyê, pirrengiyê û mafên mirovan xurtir bike.