Serok Barzanî bi Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Papa hate xelatkirin

Serok Barzanî bi Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Papa hate xelatkirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, roja pêncşemê pêşwaziya Patriyarkê Dêra Katolîkî Kardînal Louis Rofael Sako kir.

Di civînê de Kardînal Sako spasiya Serok Barzanî kir ji bo rola wî ya di kûrkirina nirxên pêkvejiyanê, mirovdostiyê û parastina pêkhateyên Mesîhî û olên din ên li Kurdistan û Iraqê de.

Sako ragihand ku ji ber van hewldanên aştîxwaz, Papayê Vatîkanê Nîşana Astabilind a Rêzlêgirtina Papa diyarî Serok Barzanî kiriye.

Serok Barzanî spasî û pêzanîna xwe gihand Papayê Vatîkanê û Kardînal Sako û diyar kir ku hebûna çanda pêkvejiyan û biratiyê ji bo gelê Kurdistanê şanaziyeke mezin e û tekez kir ku reftar û kirdar pîvanên rastîn ên nirxandina mirovan diyar dikin, ne fikir û baweriyên wan ên olî.