Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina Nîşana Rêzlêgirtina Papa Serok Barzanî pîroz kir

Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina Nîşana Rêzlêgirtina Papa Serok Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir, ji ber wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê û tekez kir ku Serok Barzanî berdewamkerê baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser rola dîrokî û serkirdetiya Serok Barzanî û got: "Serok Barzanî wekî sembola aştiyê, pêkvejiyanê û parêzerê mafên olî û neteweyî yên hemî pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistan û Iraqê ye."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: "Serok Barzanî berdewamkerê rêbaza pîroz a Barzan û baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye û hejî hemî xelat û rêzlêgirtinekê ye."

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de bal kişand ser parastina paşeroja nirxên tebayiyê li Herêma Kurdistanê û got: "Herêma Kurdistanê bi saya rêbertiya cenabê Serok Barzanî, wekî herdem dê navendeke girîng û geş a pêkvejiyana aştiyane be li deverê û cîhanê."

Hêjayî gotinê ye, doh 20ê Tebaxê Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.

Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir. Sako, spasîya Serok Barzanî kir ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.