PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê, pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Marat Rajbadînov kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, "Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina peywendî û dostaniya dîrokî ya di navbera Kurdistan û Rûsyayê de kir."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina kar li Konsulê Giştî yê Rûsyayê pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê jî kêfxweşiya xwe bi destpêkirina karî li Herêma Kurdistanê nîşan da û xwesteka welatê xwe ji bo xurtkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de tekez kir.