Balafirên şer ên Siûdî 6 êrîşên asmanî birin ser Senayê

Balafirên şer ên Siûdî 6 êrîşên asmanî birin ser Senayê

Balafirên şer ên Erebistana Siûdî îro Yekşemê 6 êrîşên asmanî birin ser çend deverên bajarê Senayê ya paytexta Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyan de ye.

PeyamaKurd - Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novosti ku xwe dispêre çavkaniyan, pênc êrîşan Çiyayê Etanê li başûrê rojavayê Senayê (ku bingeha fermandariya lîwayên moşekî yên artêşa berê ya Yemenê li wir e) kirin armanc û êrîşa din jî li ser westgeheke sotemeniyê li rojavayê bajêr hate kirin.

Ev êrîş çend demjimêran piştî wê hatin ku Hevpeymaniya Erebî ragihand drone û moşekeke balîstîk ên Hûsiyan ên ber bi Riyad û rojavayê Siûdiyê ve hatine xistin.