PeyamaKurd - Di Rapora Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê de ku rewşa Herêma Kurdistanê ya di sê mehên destpêkê yên sala 2026an de dinirxîne, hate ragihandin ku êrîşên Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê bandoreke pir xirab û mezin li ser herêmê kirine.
Di raporê de hat bîrxistin ku di 24ê Adara îsal de moşekek li baregeheke Pêşmergeyan a li nahiyeya Spîlkê (Xelîfan/Soran) ketiye û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bûne û 30 jî birîndar bûne.
Herwiha di 28 û 29ê Adarê de bi dronan rasterast cihên mayîna Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî hatine armancgirtin ku ev êrîş ew qas tund bûn ku heta Supaya Pasdarên Îranê jî ew bi fermî şermezar kirin.
Raporê zengila metirsiyê lêxist û destnîşan kir ku ji ber nebûna sîstema parastina asmanî ya pêwîst, Hêzên Pêşmerge û binesaziya enerjiyê li hemberî êrîşan gelekî lawaz in û her çend Amerîkayê li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê dronan têk dibe jî, deverên din ên Kurdistanê bêparastin mane.
Di warê piştgiriya leşkerî û aborî de, rapora mufetîşî eşkere kir ku Hêzên Hevpeymanan ji bo parastina canê şêwirmendên xwe, hemû karên şêwirmendiyê yên ji bo Wezareta Pêşmerge bi awayekî çaverênekirî rawestandine û hişyarî da ku peymana navbera Washington û Hewlêrê di Îlona 2026an de bi dawî dibe ku ev yek paşeroja alîkariyên leşkerî dixe bin pirsyarê.
Di aliyê darayî de hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 33 milyar dolar deyn e û bêyî alîkariya Amerîkayê nikare meaş û xerciyên Pêşmerge dabîn bike û pişta xwe bi temamî girêdayî budçeya Bexdayê kiriye.
Herwiha hat piştrastkirin ku piştî vekişîna tam a ji Sûriyeyê, Amerîkayê hejmara leşkerên xwe yên li herêmên Iraqê û Baregeha Herîr û Dihokê kêm kiriye; herî dawî di dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 2 hezar û 820 leşker, peymankar û karmendên Konsulxaneya Hewlêrê ji ber metirsiya êrîşan ji herêmê derketine.