Rapora diyabetê ya Herêma Kurdistanê bi endîşeye: Ji her 7 kesan yek nexweşê şekir e

Rapora diyabetê ya Herêma Kurdistanê bi endîşeye: Ji her 7 kesan yek nexweşê şekir e

PeyamaKurd – Nexweşîna şekir li Herêma Kurdistanê di astekî bilind de ye û her diçe zêde dibe. Pispor dibêjin ku %14 nûfûsa Kurdistanê bi nexweşîna şekir (diyabet) re têdikoşe lê xebatên di seha tenduristiyê de nîşan didin ku ev nisbet zêdetir e.

Terzê jiyana goya nûjen, bê tevgerî û xwarina bê ser û ber li Herêma Kurdistanê kiriye ku nexweşîna şekir di nav xelkê de belav bûye.

Rapora ku pisporên diyabetê belav kirine, tê de dibêje ku ji 6,3 milyon nûfûsî li dora 868 hezar kes nexweşên diyabetê ne. Ev rêje dike %13,8 nûfûsa Kurdistanê.

Dr. Berhem Zeyneddîn ê Helebçeyî ku doktorê diyabetêye, dibêje ku ev tenê rêjeya fermiye lê di seha esasî de, tê dîtin ku ev nisbet %18,2 ye. Ya xerab jî ji wan nexweşxan %14,7ê wan nexweşên şekirê bi dizîne an ku yên testên şekirê wan yên 3 mehan di ser normalê de ne.

Doktor radigînin ku tenê %30-40 nexweş li pey wesiyeta doktoran diçin. Dr. Zeyneddin ragihandiye:

“Nexweşên me tenê pişta xwe bi dermanan qewî dikin. Lê esas têkoşîna bi şekir re, duherîna terzê xwarinê û dana kiloya ye. Gelek nexweş redda guherîna terzê xwarina xwe dikin û ev jî dibe sedema xesara di weslên din yên bedena wan de.

Pispor dibêjin ku nexweşîna diyabetê ne li ser temênê miroviye û sedema herî mezin obezite ye. Jiyana bê tevger, xwarina bi şekir û karbonhidrat yên zêde, xwarina fast-food a daîmî û stres sedemên bingehîn yên nexweşînê ne.

Doktor dibêjin ku kesên temenê wan di ser 30an de ne, divê daîmî kontrola şekirê xwe bikin, dermankirina xwe ne bi “derman” lê divê bi “guherîna terzê jiyana xwe” bikin.