PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bersiva parlamentarê berê yê Agiriyê yê HDPê Sirri Sakik da ku li ser destdanîna ser şaredariyan a berdewam gotibû, “Ji ti derdoran û kesan hêviya min nîne. Lê belê ji HDPê hêvî dikim ji hêla rêveberiyên herêmî ji vê tengaviyê xwe rizgar bike. Hizra min a şexsî ew e ku ji hemû şaredariyên mayî bi hev re xwe vekişînin”.
Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay li ser pêşniyarên vekişîna ji şaredariyan da xuyakirin ku weke sazî di nav HDPê de ti nîqaşeke wiha nîne û got ku ew dê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin û 20ê Mijdarê jî li Enqerê li ser mijarê bi civîneke berfireh rapora qeyûman ragihînin.
Kubîlay destnîşan kir ku ew nafikirin parlamenê û şaredariyan berdin û vegerin hembêza gel (sine-i milet) û wiha got: “Di nav partiyê de ji aliyê hin endamên me û aliyên destekê didin HDPê pêşniyarên wiha têne kirin. Lê belê em li derveyî van nîqaşan, armanc dikin ku ji bo heyamên pêşiya me zemîna têkoşîna demokratîk û meşrû bihêz bikin û şaredariyên hatine desteserkirin ji nû ve vegerînin.”
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê heta niha şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê jî di nav de, dest daniye ser bêhtirî 20 şaredariyên bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê yên ji aliyê HDPê ve dihatin birêvebirin. Herwiha li şûna wan qeyûm hatine danîn û şaredarên berê jî yan doz li wan vebûne yan jî hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin