Yilman: Êdî baweriya min li anketan nayê!

Yilman: Êdî baweriya min li anketan nayê!

PeyamaKurd- Nivîskara rojnameya Habertûrkê Sevilay Yilman bi sernavê “Rojnamevanî karekî zor e” nivîsek nivîsî û got ku Êdî baweriya min li şirketên anketan nayê.

Yilman got ku me berê, ecamên hilbijartinan texmîn dikirin. Lê belê niha êdî em nikarin texmîneke durust bikin. Lewra yek didoyan jê derxe, wekî dî hemî şirketên anketan bi partiyekê ve girêdayî ne.

Sevilay Yilman wiha berdewam kir: Ji ber sê sebeban baweriya min li şirketên anketan nayê.

Ya pêşiyê ev e: Vê carê hilbijêr rengê xwe eşkere nakin. Mesele tu ji kesekî dipirse, ew jî dibêje hê min biryar nedaye. An jî dibêje ez raya xwe bi kar naînim.

Ya didoyan ev e: Hinek hilbijêr ya rastî, yanî ya di dilê xwe de nabêjin. Ji bo mînak hevalekî min wê rojê ji min re got, bi telefonê li min geriyan ji bo anketê.

-Min jî hemî derew gotin.

-Min got çima te derew gotin?

-Lewra ez tirsiyam. Min got belkî hinek min diceribînin.

Sebeba sisêyan jî ev e: Xwediyên şirketên anketan yek dido tune, yên dî hemî bi partiyeke siyasî ve girêdayî ne û li gorî dilê wan encaman eşkere dikin.

Ji ber vê yekê ez dibêjim belkî vê carê encameke pir surprîz derkeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin