PeyamaKurd - Parlamentoya Ewrûpayê dê daxwaz bike ku muzakereyên bi Tirkiyê re resmen werin sekinandin û di mijara binpêkirina mafên mirovan de rexne li Tirkan tê girtin.
Parlamentoya Ewrûpayê raporek li ser têkiliyên bi Tirkiyê re bi raportora Tirkiyê Katî Pîrî da amadekirin û îro Strasbourgê pêşnumaya vê raporê hat eşkerekirin.
Di raporê tê daxwazkirin ji ber ku Tirkiye "Ji bicihanîna krîterên Kopenhagê dûr ketiye" muzakereyên pê re resmen werin sekinandin. Ji bo ku muzakereyên beşdariyê werin sekinandin divê Komisyona Ewrûpayê pêşniyariyê bike û ji aliyê lîderên dewletên Ewrûpayê jî were pesendkirin.
Di raporê de li ser meseleya Kurdan rexne li Tirkan tê girtin û tê daxwazkirin ku çareseriyeke aştiyane bilez were dîtin. Herwiha tê destnîşankirin ku rewşa li Bakurê Kurdistanê metirsîdar e.
Herwiha girtina parlamenterên CHP û HDPê wek cihê nîgeraniyê tê îşaretkirin. Wek din girtina Hevserokê HDPê yê berê Selahettin Demirtaş jî tê şermezarkirin. Ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî tê daxwazkirin ku di doza Demirtaş de bilez biryarê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin