Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em bi daxwaz û peyama Serok Barzanî li Rojava ne

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em bi daxwaz û peyama Serok Barzanî li Rojava ne

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku bi alîkariyên mirovî û pizîşkî ji bo destpêkê 20 TIR alîkarî ji Rojavayê Kurdistanê re şand, xebatên xwe ji bo koçber û qurbaniyên êrîşên Tirkiyê berdewam dike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Karzan Nûrî ji medya Kurdistanê re ragihand ku ew bi raspardina cenabê Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê ne ji bo gihandina peyamekê û got, “Ev jî peyama dayîna hêviyê bi xelkê Rojava ye ku em ji wan re bêjin, hûn ne tenê ne.”

Karzanî Nûrî da xuyakirin, “Dibe ku em li Başûr in, lê di xizmeta we de ne û îro em hatine ji bo ku xizmetkarê we bin. Ji bo ku em bikarin xizmetguzariyên xwe ku ji 20 Tireylerên taybet bi xurak û derman, kelûpel û şîrê zarokan, ligel betanî û du otomobîlên mezin jî derman bigihînin ewên ku muhtac in.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin