Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo alîkarî belav kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo alîkarî belav kir

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê alîkarî li ser 600 malbatan belav kir.

BCFê ragihand ku tîmên wan alîkariyên curbicur li ser 600 malbatên li taxên Qamişlo belav kirine.

Dezgehê diyar kir ku ew alîkarî ji selikên xwarinê, klûpelên jiyana rojane û pêdiviyên zarokan pêk dihatin.

Hêjayî gotinê ye, ji 21ê Çileyê ve, Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan rojane pêşkêşî niştecih û koçberên li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê dike.