Amerîkayê di hefteyekê de 350 TIR alîkarî sand Rojava

Amerîkayê di hefteyekê de 350 TIR alîkarî sand Rojava

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, zêdetirî 100 barhilgirên alîkariyên serbazî şand Rojavaya Kurdistanê. Herwiha beriya du rojan jî Amerîkayê 250 TIRên alîkariyê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re şandibû.

Li gorî jêderên herêmê yên opozîsyona Sûriyê, Hevpeymanîya Navdewletî bêhtirî ji 100 barhilgirên alîkaryên lojîstîkî  û serbazî ku wesayîtên leşkerî, alavên serbazî û tankerên neftê di nav de bûn, bi rêya dergehê Sêmalka derbasî navçeyên bingehên xwe yên serbazî li bajarokê Til Bîdiriye li parêzgeha Hesekê ya Rojavaya Kurdistanê kir.

Heman çavkaniyan diyar kir ku berî du rojan jî Hevpeymanîya Navdelwetî zêdetirî ji 250 barhilgirên alîkarîyên serbazî û lojîstîkî bo navçeyên cuda yên di bin destê HSDê de û bingehên xwe derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin