PeyamaKud – Li ser êrîşên komên girêdayî Tirkiyê yên li ser bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê pêk tînin, Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn,di dema ku cîhan rûbirûyî Koronayê ye, komên ser bi Tirkiyê ve êrîşan bi çekên giran bo ser navçeyên sivîlnişîn li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk tînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, tevî hevtêgihiştinên Rûsya-Amerîka li gel Tirkiyê, êrîşên Tirkiyê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê berdewam kirin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat diyarkirin, tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pabendî hemû hevtêgihiştinan bûye û ji navçeyên sînorî vekişyaye, lê Tirkiye û komên bi ser ve, êrîşan li ser gund û sivîlan pêk tînin, lewra bang li civaka navdewletî, Amerîka û Rûsyayê dike û dibêje: “Em banga xwe digihînin Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî, da ku binpêkirinên Tirkiyê rawestînin.”
Rêveberiya Xweser û HSD herwiha êrîşên komên Tirkiyê yên li ser Eyn Îsayê, bi tundî şermezar kirin, ku heta niha Tirkiyê û komên çekdar rapora Neteweyên Yekbûyî di derbarê binpêkirinan li bakurê rojhilatê Sûriyê paşguh kirine û êrîşên xwe berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin