PeyamaKurd- Serokê Tevgera Sadrê, Mukteda Es-Sadr artêşa xwe ya bi navê Seraya Es-Selam (Tugayên Aşîtiyê) belav dike.
Di derbarê mijarê de Serokê Tevgera Sadrê, Mukteda Es-Sadr daxuyaniyeke nivîskî da û got ku ji bo berjewendiyên Iraqê û hikûmeta ku wê bê avakirin û ji bo ku hêzên artêşê û polîsan werin hêzdarkirin me ev gav avêt.
Sadr wiha dewam kir: Hêzên Seraya Es-Selam ji vir pêde tenê wê li Bexda Samarra û li Kerbelayê tevgerên xwe bidomînin. Ji xeynî van ew hêzên dî wê bêne belavkirin. Fermandarên van yekîneyan jî wê şêwirmendiya min bikin.
Sadr talîmat da yekîneyên xwe ku çek û sîlehên xwe yên ku ji hikûmetê girtibûn, dîsa teslîmî hikûmetê bikin û ji vir pêde li derveyî Iraqê ti tevgeran nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin