Muqteda Sedir: Pêwîstiya Iraqê bi kesên bas ê weke me heye

Muqteda Sedir: Pêwîstiya Iraqê bi kesên bas ê weke me heye

PeyamaKurd – Rêbêrê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di hevpeyvînekê de ji alîgirên xwe re diyar kiriye, pêwîstiya Iraqê bi kesên baş ê weke wan heye.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li bajarê Necefê di gotarekê de hişyarî da layangirên tevgera xwe û daxwaz ji wan kir ku karûbarên xwe rêk bixin heger na ev dibe axir hevdîtina wî û alîgirên wî.

Herwiha Muqteda Sedir eşkere kiriye, kutleya Sedir di hilbijartina pêşwext a Iraqê de dibe zorîne û li parlementoyê jî dibe kutleya herî mezin.

Rêberê Tevgera Sedir daye zanîn, pêwîstiya Iraqê bi kesên baş weke layangirên Sedir e û eşkere kiriye, heta gendelî li Iraqê hebe Iraq ji vî halî dernakeve û ragihandiye gelo dema wê yekê nehatiye ku Iraq ji gendeliyê rizgar bibe.

Muqteda Sedir tekezî li ser dijayetiya Amerîka, Îsraîl û terorê jî kiriye û asayîkirina pêwendiyan jî ligel Îsraîlê red kiriye û bi pêwîstî zaniye rûbirûyî wan bibin.

Tevgera Sedir bi 100 kandîd beşdarî hilbijartina pêşwext a Parlementoya Iraqê dibe ku biryara 10.10.2021ê birêve biçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin