Nêçîrvan Barzanî û sanda Amerîkî rewsa ewlehiyê gotûbêj kir

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û sanda Amerîkî rewsa ewlehiyê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi şanda Amerîka ya bi seroktiya Senator Don Sull re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa ewlehiya Iraqê hatiye gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, Barzanî û heyet amerîkî destnîşan kirine ku divê pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re werin bipêşxistin.

Her du aliyan daye zanîn, divê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî werin parastin û bertek ji êrîşên ku hêzên Amerîkayê dikin hedef re hate nîşandan.

Şanda Amerîkî destnîşan kir ku Amerîka piştigiriya ji bo têkoşîna terorê dide Iraq û Herêma Kurdistanê wê bidomîne.

Şanda Amerîkayê bi bîr xist ku welatê wan girîngiyê dide pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştigiriya ku didin Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Kongre û Senatoya Amerîkayê kir.