PeyamaKurd – Parlementerên Kurd ên Parlamentoya Iraqê, bi Şîeyan re (Heşda Şeibî) firaksyonekê ava dikin. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, ew tenê hizra berîka xwe dikin.
Li gor zanyariyan, demek e Parlamenterên Kurd ên neyarên Kurdistanê, li Bexdayê dixwazin bi Parlementerên Şîe yên dijminên Kurdistanê re, firaksyonekê ava bikin û dijberiya Kurdistanê bikin.
Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî Dr. Medhet Silêman daye zanîn, ew Kurdên han, kurdên Iraqçî ne û bo dijminan dibin “Ala û Sirwe” û bo Şîeyan jî dibin “Teha Mihêdîn Meirûf”. Ew dizanin eger vegerin Kurdistanê, kes hurmeta wan nagire û carek din nikarin bibin endamên Parlementoyê. Loma mîna Ala Talebanî û Sirwe Ebdulwahîd, tenê bo ku carek din bibin endamên Parlementoyê, bi Şîeyên neyarên Kurdistanê re tifaqê dikin. Ew tenê di xema xwe de ne.’’
Herwiha Dr. Medhet Silêman diyar kiriye, ‘‘Ew Parlementerên Kurd, heman siyasetê dimeşînin ku Şîe li dijî Kurdistanê dikin. Şîe dixwazin di danûstandinan de vê yekê li dijî Kurdistanê bi kar bînin û bêjin me mafên xelkê Kurdistanê daye! Her wek çawa Sedam Husên bi Teha Mihêdîn Meirûf û Yasîn Remezan û yên mîna wan re tifaq kir û zilm li gelê Kurdistanê kir.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin