PeyamaKurd – Li eyaleta Arîzonayê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de namzetê demokratan Joe Biden bi ser ket.
Li gor zanyariyên ji medya Amerîkayê, namzetê demokratan Joe Biden li eyaleta Arîzonayê bi rêjeya %49.4 deng bi dest xist û bi ser ket. Rêjeya dengên namzetê komariyan Donald Trump jî di %49.06ê de ma.
Joe Biden 11 hezar deng ji Donal Trump zêdetir wergirt û gihişt 290 delegeyan.
Herwiha li eyaleta Georgia ya xwedî 16 delega ye û li Carolinaya Bakur ku xwedî 15 delega ye, hê jî encam diyar nebûye.
Di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de namzetê ku ji 538 delegeyan, 270 delege bi dest bixe, weke serok tê diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin