PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihandibû ku drona Îranê li Deryaya Hurmizê, bi sedema ku ketibû sînorê keştiya wan û bo ewlehiya keştiya wan talîûke bû, drona Îranê xistibû. Lê niha Îran berevajiyê wê dibêje. Îran dibêje ku drona wan piştî wezîfa xwe kiriye, dageriyaye baregeha û wezîfa xwe temam kiriye.
Îran vîdeoyekî belavkiriye û dibêje drona wan dîmenan ji keştiya Amerîkayê ya bi navê Boxerê kişandiye û tevî wêneyan hatiye baregeha xwe. Ev jî nîşaneya ku Amerîka drona wan nexistiye ye. Berdevkê artêşa Îranê tûxgeneral Ebulfazl Şikarçi di mijarê de ragihand ku Trump bi vê beyana xwe dixwaze li herêmê gengeşiyê zêde bike û drona wan neketiye.
Kî rast dibêje an kî derewa dike nayê zanîn lê dron, dîmenan dişîne baregaha xwe û dîmen li wê derê jî tên qeydkirin. Eger di destê Îranê de dîmen hebin ku drona wan kişandiye, nayê wateya ku drona wan vegeriyaye baregeha xwe. Wêneya ku ketiye ser çapemeniyê ji layê teknîkî de ti tiştekî îfade nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin