PeyamaKurd- Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsay Graham careka dinê operasyona Tirkiyê bo ser Sûriyê ya bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ rexne kir û got:
“Endîşeyên min bo biryara serok ya di derbarê operasyona Sûriyê de bi zêdeyî rast dertên. Rêxistina terorê İŞİD careka dinê derket holê.”
Graham ragihand ku İŞİD ne tenha bo Sûriyê tehdîde her weha bo gelek dewletên din talûkeye û weha got:
“İŞİD car din vejiya. Eger hun bifikirin ku tenê Awrûpa di bin tehdîdê ne, hun şaş in. Di demên pêşiya me de, şiyanên me yên ku hevkaran bo têkoşîna li dijî Îslama redîkal peyda bikin ji ortê rabû. Hêj ku derfetên me hene, bila serok rota (bergeh) xwe biguhêre.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin