Li Kerkûkê dîsa teqîn çêbûn: 10 kes birîndar bûn!

Li Kerkûkê dîsa teqîn çêbûn: 10 kes birîndar bûn!

PeyamaKurd- Li herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî Herêma Kurdistanê mane, jiyan aram nabe. Li Kerkûkê dîsa çend teqîn li ser hev çêbûn û bi dehan kes birîndar bûn.

Li herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî Herêma Kurdistanê mane, huzûr û ewlehî pêk nayê. Piştî ku pêşmerge ji wan herêman derketin, her roj êrîş û teqîn çêdibin û jiyan li gelê herêmê bûye zindan. Vê carê jî li Kerkûkê li car cihên cuda bombeyên dengvedan hatin teqandin. 3 bombe li Şorcayê û yek jî li ser rêya Bexdayê hate teqandin. Di encama teqînan de 10 kes birîndar bûn.

Di derbarê bûyeran de Berpirsê Çapemeniyê yê Polîsên Kerkûkê Afsaryav Kamil daxuyaniyek da û got ku heta niha em nizanin ku kê bombe teqandine. Me 10 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin